Rêkeftinên Tirkiye û Sûriyê bo avê
Di dema dawî de Tirkiyê û di destpêka werzê havînê de ava çemê Firatê ku çemekî hevbeş e di navbera Tirkiyê-Sûriyê-Iraqê de zêde kêm kiriye, vê yekê zerarên zêde gihandin çandiniyê û herwiha ava vexwarinê li navçeyên Kurdnişîn.
Tirkiyê bi avakirina bendavan pişka Sûriyê ya avê ya çemê Firatê ji xwe re dibe, ji ber ew dewleta çavkanî ye û dikare bi kêfa xwe avê kontrol bike, ku ev jî ligor çavdêran û pisporan dijî yasaya navdewletî ye.
Herwiha li gor pisporên navdewletî, Tirkiyê dema nikaribe mercên xwe yên siyasî li ser Sûriyê yan navçeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bisepîne yekser kaxeza avê bikar tîne, ku ev jî metirsadartirîn siyasete ku dewletên cîran dijî hevdû bikar tînin.
Sala 1921 Rêkeftina Fransî-Tirkî bo pişka Sûriyê ji ava çemê Firatê hat kirin. Sala 1923 Rêkeftina Aştiyê ya Lozanê bo çemê Firatê hat îmzekirin û sala 1987 rêkeftin ligel hikûmeta Sûriyê hat kirin ku di her çirkeyekê de 500 m sêca av bo Sûriyê tê şandin.
Sala1989ê de Projeya GAP li ser Firatê li Tirkiyê pirsgirêk di navbera Sûriyê û Tirkiyê de çêkir, jiber pişka Sûriyê hatibû kêmkirin.
Sala 1998 pirsgirêka PKKê bû sedema Rêkeftina Edene, ku ava Firatê jî wek kaxezeke siyasî di nav de hat bikaranîn.
Sala 2004 Rêkeftin bo ava Firatê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hat nûkirin, piştî ku pywendî di navbera herdû welatan zêde xweş bûn.
Di sala 2009-2010 Hevtêgihiştinek nû bo Firat hat kirin derbarê zêdekirina pişka ava Firatê bo Sûriyê.
Sala 2011ê ji ber Bihara Erebî û kirîza Sûriyê hemû rêkftinên derbarê ava Firatê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatin cemidandin.
Di warê yasaya navdewletî de hatiye, ku ew çemên di çend welatan re derbas dibin wek sînor têne hijmartin û hemû ew dewlet hevbeş in di ava wî çemî de.
Herwiha di vê derbarê de hevpeymanname û rêkeftin bo bikaranîna ava navdewletî di navbera wan dewletan de hatine îmzekirin, bi taybetî ku sala 1963an zêdetirî 250 hevpeymannameyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bo zelalkirina çawaniya dabeşkirina ava çemên pirwelat çêbûne.
Her di vî warî de sala 1966an Rêkeftina Hilsinky bo çemên navdewletî ku ji 37 maddeyan pêk tê hemû dewletên cîhanê rêzê lêdigirin.
Rudaw
