Şêrwan Îbrahîm: Mazlûm Kobanî soza cezakirina kesên zarok birine da
Siyasetmedar Şêrwan Îbrahîm, ji Rûdawê re ragihand ku ew ligel General Mazlûm Kobanî, civiya ye û wî tekez kiriye ku diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam dibe.
Piştî hevdîtina xwe ligel Mazlûm Ebdî, Şêrwan Ibrahîm ji Rûdawê re got, Fermandeyê HSDî tekez kiriye ku ev diyalog bi piştevaniya Amerîka û Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
Şêrwan Îbrahîm got: “General Mazlûm Ebdî gelek bi hêvî û erênî diyaloga di navbera aliyên Kurdî de dişopîne. Hemû miletê Kurd razîbûna xwe ji vê diyaloga Kurdî re nîşan dane. Ebdî bi rijd e ku ev diyalog bi ser bikeve.”
Îbrahîm herwiha diyar kir ku derbarê zarokên ku vê dawiyê hatine birin, General Mazlûm gotiye ku ew dê wan zarokan li xwediyên wan vegerînin û ew kesên ku ev kar kirine dê bên cezakirin.
Derbarê vê mijarê de Îbrahîm wiha axivî: “Weke ez dizanim di nav HSDê de êdî nabe kesên temenê wan jêr 18 saliyê di nav wan de bimîne û ev demek e dirêj e nîne. Jixwe gelek çavdêrên navneteweyî jî hene. Ebdî got ku em weke HSD ne berpirsiyar in di birina zarokan de, lê em dê zextê bikin û alîkar bin daku ev zarok vegerin mala xwe û em sozê jî didin. Herwiha got ku slavên me ji malbatan re hene û dê zarokên wan vegerin mala xwe. Zarok ne cem me ne, lê li kuderê bin em dê bibin alîkar û kesên vê yekê dikin jî dê bêne cezakirin.”
Rudaw
