Artêşa Iraqê dest bi operasyoneke nû li dijî DAIŞê kir
Şaneya Ragihandina Şer ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Operasyon bi amanca jinavbirina paşmayên grûpên terorist û bicihirina aramiyê, îro 11.07.2020ê li xeta sînorê navbera Iraq û Îranê ya nêzîk sînorê parêzgeha Diyale pêk tê.
Operasyona ku bi navê qonaxa çarem a ‘Qehremanên Iraqê’’ e li parêzeha Diyala li navçeyên di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de ku tevgera çekdarên DAIŞê lê zêde bûye, birêve diçe.
Di wê operasyonê de ligel hêzên bijahî yên Iraqî, firokeyên Iraqî û hêzên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê beşdar in.
K24
