• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Kurdistanê 211 kesên din bi Koronayê ketin

Li Kurdistanê 211 kesên din bi Koronayê ketin
heta niha bi giştî 305 kes canê xwe ji dest dane
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê duhê bi şev amarên 24 seatên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî li Kurdistanê de bi giştî 211 kes bi Koronayê ketine û 11 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 8 hezar û 937 kes bi Koronayê ketine û 305 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Top