• Monday, 20 April 2026
logo

Seîd Herkî: Tenê PDK li dijî milîsên ku dron û mûşekan dişînin Kurdistanê rawestiyaye

Gulan Media March 31, 2026 Nûçe
Seîd Herkî: Tenê PDK li dijî milîsên ku dron û mûşekan dişînin Kurdistanê rawestiyaye

 Endamê berê yê parlementoya Kurdistanê dibêje ku di demekê de ku milîsên Iraqî bê cudahî êrîşî bajarên Herêma Kurdistanê dikin, lê tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî milîsan rawestiyaye. Yên din ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê hîn destê wan di nav destê milîsan de ne.


Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî ji BasNewsê re got ku ji dema ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di dawiya Sibata îsal de dest pê kirin, bê Herêma Kurdistanê aliyekî şer be û ti tiştek nekiriye, bi dehan dron û mûşek bo bajarên Herêma Kurdistanê tên avêtin ku herçend piraniya zêde mûşek û dron ji Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê re tên avêtin jî, lê beşek ji wan dron û mûşekan jî ji Silêmaniyê re bi taybet jî li dijî endam û malbatên Rojhilatê Kurdistanê re tên avêtin, herwaha ji Duhok û Helebce re jî hatine avêtin.

Herwaha got: "Milîsên ku dron û mûşekan dişînin Kurdistanê hemî xuya ne. Ew her roj bi serbilindî behsa êrîşa li ser Kurdistanê dikin, ku tê vê wateyê ew her cihekî ku êrîş pêktînin wekî dijminê xwe dibînin. Lê tiştê ku mirov ecêb dimîne û mirov şok dike hin partî hene wan milîsan wek dijminên xwe nabînin ku dron û mûşekan davêjine Kurdistanê! Ew hîn jî bi milîsan re peywendiyên wan hene û li Bexdayê bi wan re gelek danûstandinan dikin."

Parlamenterê berê bawer dike ku divê hemû partiyên Kurd ji vê qonaxa dîrokî berpirsiyar bin û têkiliyên xwe bi milîsan re qut bikin, heke ew vê yekê nekin, bi kêmanî bila sûd ji wan wergirin û ji milîsên dostên xwe re bêjin ku êrîşî gelê Kurdistanê nekin.

Seîd Herkî diyar kir: "Niha, çima partiyên wekî YNK, Komel, Nifşê Nû û Helwest, ku hemî carinan diçin rêveberên wan milîsan dibînin, çima daxwaz ji wan milîsên dostên xwe nakin êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê rawestînin? Gelo ma rewaye grubekî dostên te hebin, lê heman demê de mûşek û dronan ve li te bide?’’

Dawiyê de jî got: "Divê gelê Kurd vê rastiyê bizanibe ku vê carê jî tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê  berpirsiyariya parastina herêma me û gelê Kurd girtiye ser xwe û li dijî van milîsan rawestiyaye.’’

 

Basnews

Top