• Sunday, 08 February 2026
logo

Ezmûnên xwendekarên pola 12ê li Herêma Kurdistanê destpê kir

Ezmûnên xwendekarên pola 12ê li Herêma Kurdistanê destpê kir
Îro ezmûnên xwendekarên pola 12ê bi girtina rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê destpê kirin.

Îro demjimêr 8:00 sibê ezmûnên xwendekarên pola 12ê li Herêma Kurdistanê destpê kirin. Cudahiya îsal ji salên bûrî ew e, xwendekar bi girtina rêkar û rênimayên xweparastina ji vîrusa Koronayê derbasî holên ezmûnan dibin.

Îsal koma xwendekarên pola 12ê yên ezmûnan dikin digihe 144 hezar û 142 xwendekaran, 51 hezar û 453 xwendekar li Hewlêrê, 405 hezar li Silêmaniyê, 42 hezar li Duhokê û 2 hezar û 366 xwendekar jî li parêzgeha Helebceyê ne.

Rêvebirê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq di çarçova beşdarîkirina di bernameya “Rojbaş” a K24ê de ragihand, ji ber belavbûna vîrisa Koronayê, îsal hejmara xwendekaran li holên ezmûnan kêm dibe û hejmara holan jî hatine zêdekirin.

Rêvebirê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê daxwaz ji xwendekar û mamosteyên çavdêriyê dikin kir, pabendî rêkarên xweparastina ji Koronayê bin.

Amaje bi wê da, Wezaret Perwerdê rênimayên taybet danîne, ji bo xwendekarên ku nîşana Koronayê lê hebin, dikarin di xula duyem de beşdarî ezmûnan bibin.

K24
Top