• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka amara herî bilind a pêketina bi Koronayê tomar dike

Amerîka amara herî bilind a pêketina bi Koronayê tomar dike
Amerîka 3 roj in li ser hev amarên bilind ên Koronayê tomar dike û di 24 demjimêrên bûrî de, 62 hezar û 500 haletên pêketinê hatin tomarkirin.

Ajansa “Reuters” belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de li Amerîka amareke din a bilind hat tomarkirin, ku 62 hezar û 500 kes wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin destnîşankirin.

Amerîka di rêzbendiya welatên herî zêdetir ziyan ji vîrusa Koronayê dîtine de, di pileya yekem de tê. Li wî welatî heta niha zêdetir ji 136 hezar û 645 kesî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane. Herwiha zêdetir ji 3 milyon 291 hezar û 261 kesî jî bi Koronayê ketine.

Li Amerîka di çend hefteyên dawiyê de amarên bilind ên pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê tên tomarkirin, zêdetir jî li wîlayetên Alaska, Georgia, Louisiana, Montana, Ohio, Utah û Wisconsin.

K24
Top