Mesrûr Barzanî serxweşî li malbata Cewher Qehar Gelalî kir
Duh 29.03.2026ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyekî telefonî de ji ber koça dawî ya Cewher Qehar Gelalî yê bavê wî serxweşî li Hîwa Cewher Gelalî kir, ku kesayetekî niştimanperwer ê Hewlêrê û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê bû.
Serokê Hikûmetê serxweşî û hevxemiya xwe ragehand û hêvî xwest ku xwedayê mezin ruhê xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbata tekoşer.
Basnews
