• Monday, 20 April 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin

Gulan Media March 30, 2026 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin

Li bajarên Tirbesipî û Kobanê, bi beşdariya çînên cuda yên civakê, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bi tundî hatin şermezar kirin.

Li her du bajarên Rojavayê Kurdistanê, Tirbesipî û Kobanê, bi armanca piştgiriya Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên mûşekî û dronî, îro 29.03.2026, meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Li ser banga çalakvanên navçeya Tirbespiyê, meşeke berfireh bi beşdariya partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan, herwiha bi amadebûna Encumena Xwecihî ya ENKSê hat lidarxistin. Beşdaran di kolanên bajêr de meşiyan û bi dirûşmên xwe "êrîşên berberî" ên li ser sembolên neteweyî, Hêzên Pêşmerge û binesaziya Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Beşdarên meşê banga yekîtiya neteweyî kirin û tekez kirin ku di van şert û mercên dijwar de, ew bi hemû şiyana xwe li gel Herêma Kurdistanê ne.

Li Kobanê çalakiya ciwanan

Herwiha li bajarê Kobanê jî komek ciwanên Kurd ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê li hev civiyan. Ciwanan di çalakiya xwe de êrîşên komên çekdar ên deryasayî ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi tundî şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li van destdirêjiyan were anîn.

 

Basnews

Top