• Sunday, 08 February 2026
logo

Çîn: Mesrûr Barzanî hewlên cidî ji destpêkirina proseya çaksaziyê dane

Çîn: Mesrûr Barzanî hewlên cidî ji destpêkirina proseya çaksaziyê dane
Konsolê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Ni-Ruchi di peyamekê de bi boneya derbasbûna salekê bi ser destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, Mesrûr Barzanî hewlên cidî ji bo destpêkirina çaksaziyê dane.

Herwiha tekez kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl daye, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de baştir bike, bi vê jî bandoreke erênê li ser pêşxistina aborî û aramiya Herêmê hebû.

Di naveroka peyama Konsolê Giştî yê Çînê de hatiye: “Pîrozbahiyeke germ arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznaî dikim, bi boneya derbasbûna salekê bi ser destbikarbûna wî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Di heyama vê salê de, Mesrûr Barzanî hewlên cidî dane ji bo destpêkirina proseya çaksaziyê hewl daye jî pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê baştir bike, bi vê jî bandoreke erênê li ser pêşxistina aborî û aramiya Herêmê hebû. Ligel belavbûna vîrusa Korona jî, birêz Serokwezîr hewleke mezin ji bo parastina tendirustiya welatiyan daye. Pêwendiyên di navbera Çîn û gelê Kurdistanê de, pêwendiyeke bihêz û dîrokî ye û niha herdu alî bi hev re hevkariya hevdu di rûbirûbûna Koronayê de dikin, vê yekê jî bihêzbûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de çespandiye.”

K24
Top