Tirkiye û PKKê amarên şerê 2 rojên derbasbûyî belav kirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hêzên cendirme li navçeyên çiyayî ser bi bajaorkê Şenkaya ve li parêzgeha Erziromê, di pevçûnekê de 3 gerîlayan canê xwe ji dest dane ku yek ji wan berpirsekî bi navê Halîs Eroglu bû.
Her li gor zanyariyan Halîs Eroglu di lîsteya gewr a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de bû û xelata 500 hezar lîreyên Tirkî li ser bû.
Heta niha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG( ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ev daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştrast nekiriye û ti zanyariyek li ser vê mijarê belav nekiriye.
Her îro Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li hejmara xwe ya taybet li torên civakî, belav kiriye ku di di çarçova operasyona ‘Çengê Piling’ de firokeyên wan 8 gerîlayên PKKê kirine armanc û ew dîmenên dema encamdana wê êrişê jî hatine belavkirin.
Roja Înê, 10.07.2020, HPGê jî daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê belav kir û ragihand ku di 2 rojên derbasbûyî de 10 serbazên Tirkiyê hatine kurştin û 3 gerîlayan jî canê xwe ji dest dane.
Niha li navçeyên Heftenîn û Xakurkê bi dirêjiya 300 kîlometre şer di navbera serbazên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de berdewam e.
Li gor amarên HPGê heta niha 119 serbazên Tirkiyê di şer, pevçûn û êrişên gerîlayan de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ji destpêka dawîn operasyonê ve 67 gerîlayan di êrişên wan de canê xwe ji dest dane.
Roja 15.06.2020, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê operasyoneke asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ bo ser pêgehên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û 2 roj piştî wê êrişa asmanî jî serbazên Tirkiyê li devera Heftenînê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êriş û operasyona bejahî kirin ku heta niha berdewam e.
Rudaw
