Tenduristiya Silêmaniyê: Tirsa wê heye dewrêş bibin sebeba zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê!
Pêr (9 vê mehê) nêzîkî 2500 dewrên Rojhilatî yên terîqeta Qadirî, bo ku tevlî şîna şêxê xwe şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî bibin, bi rêka dergehê sînorî yê Başmax re û bê pasport û têsta Koronayê derbasî Herêma Kurdistanê bûn û duhî di merasima binaxkirina termê şêx Mihemed Kesnezanî de beşdar bûn.
Paşê hat gotin ku yek ji wan dewrêşan bi vîrusa Koronayê ketiye.
Li ser vê mijarê, cîgirê berpirsê tenduristiya Silêmaniyê, dr. Hêriş Selîm ji BasNewsê re got, beriya ku ew dewrêş derbasî Silêmaniyê bibin, ji ber bicîhanîna şîretên tenduristiyê rewşa Silêmaniyê hinekî baş bibû lê bi hatina wan dewrêşan re rewş dîsa metirsîdar bûye, ji ber ku tirsa me heye ji ber wan dewrêşan hejmara pêketiyên Koronayê zêde bibe.
Dr. Hêriş Selîm her wiha got, helbet em nikarin tevahiya wan dewrêşan têst bikin lê bila welatî û dezgehên pêwendîdar nehêlin ew dewrêş tevlî jiyana rojane bibin.
Basnews
