Pisporekî jeolojiyê: Nefta Colemêrgê sebeba serekî ya operasyonên Tirkiyê li ser sînorên Başûr e
Ev demek e Tirkiye bi hemû hêza xwe li dijî hêzên PKKê yên li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneka berfireh kiriye.
Pisporê neft û jeolojiyê, prof.dr. Hawrê Mensûrbeg li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, şîrketên navdewletî yên derxistin û dîtina neftê ji sala 2011 ve li devera Colemêrgê mijûlî dîtin û derxistina neftê ne.
Prof.dr. Hawrê Mensûrbeg her wiha got, piştî 9 salan şîrketa Trillion Energy hikûmeta Tirkiyê agahdar kir ku li devera Colemêrgê neft heye.
Wî pisporê jeolojiyê anî ziman ku hikûmeta Tirkiyê destpêkê xwast bi rêka aşitî û lihevhatina bi PKKê re bi awayekî aştiyane sûdê ji wan çavkaniyan bibîne û got, jixwe hingê serkirdetiya Herêma Kurdistanê jî xwedan roleka girîng bû di destpêkirina wê pêvajiyê de. Lê piştî ku pêvajiya aşitiyê şikest xwar, hikûmeta Tirkiyê rêka serbazî û bikaranîna zorê hilbijart. Armanca wan jî ew e ku PKKê ji Colemêrgê dûr bixîne, ji ber ku heta ew der aram nebe ti şîrketek amade nabe bi sedan milyon dolar li wir xerc bike.
Rudaw
