• Sunday, 08 February 2026
logo

HDPê derbarê biryara li ser Ayasofyayê helwesta xwe aşkere kir

HDPê derbarê biryara li ser Ayasofyayê helwesta xwe aşkere kir
HDP derbarê biryara guhertina statuya Ayasofyayê ji muzaxaneyê bo mizgeftê helwesta xwe aşkere kir û got, “Dadgeha Bilind a Tirkiyê li gor dîrektîf û hêviyên siyasî yên hikûmetê biryar da. Ev biryareke siyasî ya zelal e. Divê ev biryara derbarê Ayasofyayê de bê hilweşandin.”

Sevtap Akdag Karahali, Berdevka Komîsyona Huner, Çand, Werziş û Polîtîkayên Perwerdehiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara guhertina statuya Ayasofyayê ji muzexaneyê bo mizgeftê daxuyaniyek belav kir.

HDP di wê daxuyaniyê de dibêje, “bloka AKP-MHPê di siyaseta derve û navxwe û di warên aborî, civakî de ketiye tengasiyê û wek rêyeke ji derketina vê krîzê careke din rêya lîstika polîtîk li ser berhemên dîrokî û çandî hilbijartiye.”

Li gor HDPê Dadgeha Bilind a Tirkiyê li gor dîrektîf û hêviyên siyasî yên hikûmetê biryar da û “bû aliyekî lîstika polîtîk. Ev biryareke siyasî ya zelal e.”

HDP amaje bi wê dike, dîrok û çanda mirovahiyê li ti welatekî ne di bin tasarrufa keyfa desthilatan de ne û “mafê mulkiyetê yê ti dewletekê li ser vê mîrata hevbeş nîne. Ev berhemên ku ji paşerojê bo pêşerojê pirek in, nabin lîstikek di destê desthilatên siyasî de ji bo ‘deng’ an jî bi sedemên emnî. Ev bi qasî ji bo Heskîfê ku ji bo bendavekê hat wêrankirin derbasdar e, ji bo Ayasofyayê jî derbasdar e.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de HDP balê dikşîne ser dîroka Ayasofyayê ya 15 sedsalî û girîngiya wê ji bo Xirîstiyan û Misilmanan û dibêje, “Nabe ev bi biryarnameyeke dewletê bê guhertin û li ser navê olekê bê monopolkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, “Ayasofya ji bo HDPê beşek ji mîrata çandî ya mirovahiyê ye. Biryara hatiye dayîn di warê dîrokî û çandî de xelet e, bi hestên olî û netewperestî hatiye dayîn. Bi vî awayî Dadgeha Bilind mîrateke mirovahiyê hiştiye bo bextê desthilata AKPê û bûye beşek ji mekanîzma propagandaya hilbijartinê ya AKPê.”

HDP dibêje, divê ev biryara derbarê Ayasofyayê de bê hilweşandin û statuyeke din a derveyî dewletê ji bo Ayasofyayê bê dabînkirin û parastin û restorekirina wê jî ji aliyê ekîbeke zanyaran a serbixwe ve bê birêvebirin û di bin çavdêriya UNESCOyê de be û diyar dike, “Bi vî awayî Ayasofya dikare bimîne weke berhemeke çandî ku ji her baweriyê xelk bi azadî bên bibînin û rêz lê bigirin.”

Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara derbarê Ayasofyadê de aşkere kir û biryara Encûmena Wezîran a sala 1934an hilweşand û bi vî awayî li Ayasoyayê rê li ber îbadetê vebû.

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî biryara radestkirina îdareya Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarên Ewqafê û vekirina wê li ber îbadetê îmze kir.

Herwiha Erdogan duh roja vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê aşkere kir û ragihand, “Em dê amadekariyan bilez temam bikin û roja 24ê Tîrmeha 2020an bi nimêja Înê Ayasofyayê li ber îbadetê vekin.”

Komîsyona Azadiya Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê jî derbarê biryara vekirina deriyê Ayasofyayê li ber îbadetê daxuyaniyek belav kiribû û ew biryar şermezar kiribû.

Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Piştî damezrandina komara sekular a Tirkiyê û di sala 1935an de, hikûmeta Tirkiyê ew avahiya dîrokî kire muzexane ji hingê ve heta niha statuya wê muzexane ye.

Rudaw
Top