• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Germiyanê efserekî ciwan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da

Li Germiyanê efserekî ciwan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da
Îro 11.07.2020ê efserê neft û gaz a Germiyanê Dilêr Casim bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Vê derbarê de binkeyê Kelarê yê Tevgera Gorran serxweşî li malbata wî efserî kir û ragehand, Raîd Dilêr Casim yek ji berpirsên Tevgera Gorran bûye.

Li gor wan wêneyên geheştine dest basnewsê jî berî jiyana xwe ji dest jî bide rewşa tenduristiya wî efserê ciwan xirab bûye.

Heta naha li herêma Kurdistanê 8 hezar û 937 pêketiyên vîrusa koronayê hene, ku 6 hezar û 230 kes ji wan li parêzgeha Silêmaniyê ne. ji wê hejmarê tenê 3 hezar û 211 kes baş bûne û 305 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top