• Monday, 20 April 2026
logo

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê bi îradeyekî polayî dê berevaniyê li peyama aştiyê û doza xwe ya rewa bike

Gulan Media March 29, 2026 Nûçe
Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê bi îradeyekî polayî dê berevaniyê li peyama aştiyê û doza xwe ya rewa bike

Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê pêktên peyamek belav kir.


Îro 29.03.2026ê Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û ragehand: Herêma Kurdistanê ti demekî nebûye beşek ji pirsgirêk û alozî û tengezariyên li navçeyê, lê mixabin hin alî hene ku ti kesek bê ku rêgiriyê li wan bike hemû baldariya wan li ser wê yekê ye ku çawa û bi çi rêyekî dijatiya Herêma Kurdistanê bikin û berdewam bi awayekî neheq êrîşî herêmê û Pêşmerge dikin û dibin gef û metirsî li ser jiyan û seqamgiriya xelkê Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Herêma Kurdistanê ti demekî nebûye ji wan pirsgirêk û alozî û tengezarî û şeê li navçeyê de heye, lê mixabin hin alî hene, bê ku ti kesek rêgiriyê li wan bike, hemû baldariya wan li ser wê yekê ye ku çawa û bi çi rêyekî dijatiya Herêma Kurdistanê bikin û berdewam bi neheqî êrîşî herêmê û Pêşmerge dikin û dibin gef û metirsî li ser jiyan û seqamgiriya xelkê Kurdistanê.

Bi dirêjayiya salên borî bi dehan caran bi zulm û bê ku bahaneyek hebe bi dron û bi mûşek êrîşî Herêma Kurdistanê û binkeyên Pêşmerge kirin û xelkê bêguneh şehîd û birîndar kirin. Ji wê dema ku ev şere destpêkiriye, zêdetirî 450 caran bi mûşek û bi dron êrîş kirin ser Herêma Kurdistanê û baregehên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Her di vê heyamê de 5 caran êrîşî baregehê me kirine, lê em her bêdeng bûne li hember wê, ku tirs û acizî di nav civakê de çênebe. Duh jî li bajarê Duhokê bi dron êrîşî mala Serokê Herêmê kirin. Mijar ne mal an jî baregehê kesekî ye, hemû cîhekî Kurdistanê û hemû mala Kurdistaniyan li gel me nirxekî xwe heye.

Ev cure êrîşane şerfiroştin û rakêşana şer a aşkera ye û zulmeke mezin û zêdegavî û neheqiyekî mezine li hember Herêma Kurdistanê û divê çareseriyekî cîdî û zelal ji bo wê bê danîn. Di rastiyê de ev yek bi şermezarkirin û telefon û daxuyanî û lijneyan çareser nabin. Desthilatdarên Iraqî divê xwe zelal bikin, yan wê ragehînin ku şiyana wan tine rêgiriyê li wan grubên ji yasayê derketî bikin, yan jî divê bi cîdî bên ser xetê û parastinê li dewletê bikin û pêkanînên cîdî bikin û êdî rê neyê dayîn êrîşên nerewa li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.

Di vê derê de em teqez dikin, gelê Kurdistanê bi îradeyekî polayî dê berevaniyê li peyama aştiyê û doza xwe ya rewa bike û ti gefxwarin û êrîş û dijminekî nekariye û nikare wê îradeyê jî bişkîne.

Mesûd Barzanî

29.03.2026

 

Basnews

Top