• Monday, 20 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa dronî ya li ser mala Serokê Herêmê li Duhokê, belav kir

Gulan Media March 29, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa dronî ya li ser mala Serokê Herêmê li Duhokê, belav kir

 Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyamek li ser êrîşa bi dronan li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li Duhokê belav kir.

Ev naveroka peyamê ye:

Em êrîşa tirsonek a bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li Duhokê bi tundî şermezar dikin û careke din bang li hikûmeta federal dikin ku di asta berpirsiyariyê de bin û van sûcdaran bîne ber dadgehê û sînorek ji bo berdewamiya êrîşên terorîstî yên van koman deyne. Em bang li civaka navneteweyî û dostên xwe dikin ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin da ku welatî û berjewendiyên xwe biparêze.

Mafê me heye ku em bi van terorîstan re rûbirû bibin û em ê her gaveke ku pêwîst be bavêjin da ku Herêma Kurdistanê biparêzin.

 

Basnews

Top