Sûdanî êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî li Duhokê şermezar kir û lijneyeke hevbeş a lêkolînê ava kir
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya pêywendiyeke telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û ew êrîşa dronî ya ku li Duhokê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê pêk hat, şermezar kir. Herdi wê pêywendiyê de bi hevre pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê ji aliyê wan ve hatin nirxandin.
Îro roja şemiyê ofîsa ragehandinê ya Serokê Civata Wezîran a Iraqê di rûpela xwe ya fermî de belav kiriye: "Îro 28.03.2026, Serokê Civata Wezîran Mihemed Şiya Sûdanî di pêywendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşketinên dawî yên Iraq û navçeyê û aliyên ewlekarî û rêyên girtina dest a asayîş û aramiyê gotûbêj kirin.”
Amaje bi wê jî hatiye dayîn: "Di wê pêywendiyê de Sûdanî ew êrîşa hovane ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li parêzgeha Duhokê şermezar kir û helwestên neteweyî û pêbendbûna Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina hemahengiya di navbera hemû Iraqiyan de pesinand.”
Herwaha hatiye aşkera kirin: "Sûdanî fermana avakirina tîmeke ewlehî û teknîkî ya hevbeş ji ajansên ewlehiyê yên peywendîdar ên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, da ku bûyerê lêkolîn bikin, tawanbaran nas bikin û hemû tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî wan bigirin.”
Serokwezîrê Iraqê herwiha pêbendbûna hikûmetê tekez kir ku rê li ber ti aliyekî neqanûnî, çi herêmî be çi navneteweyî, bigire ku Iraqê nexe nav nakokiyên herêmî û her hewlekê bide da ku serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê di hemû astan de, di çarçoveya berpirsiyariya neteweyî ya berfireh de, misoger bike.
Rudaw
