• Monday, 20 April 2026
logo

Tom Barrack: Iraqê dorpêçûn aborî xistiye ser Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 28, 2026 Nûçe
Tom Barrack: Iraqê dorpêçûn aborî xistiye ser Herêma Kurdistanê

 Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û nûnerê taybet ê Amerîkayê li Sûriyê rexne li rêveberiya çavkanî û darayî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve kir û hişyarî da ku sîstema heyî herêmê ji aliyê aborî ve sînordar dike.


Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack di dema beşdarbûna panelekî siyasî ya ji aliyê '’Projeya Sûriyê’’ ya li Civata Atlantîk (Civata Bazirganî Amerîka – Sûriye) ya roja Pêncşemê bû got ku pirsgirêka sereke li Iraqê ne Herêma Kurdistanê bi xwe ye, lê belê pirsgirêka ku Bexda çawa bi dahatên herêmê re danûstanê dike pirsgirêk ew e.

Herwaha got: "Tevî çavkaniyên xwezayî yên dewlemend û sermayeya mirovî, dahatên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve hatine valakirin û herêm tenê bi şandina pereyan ji budçeyê ve girêdayî ye."

Wî ev şandina pereyan ji budçeyê wekî "debara jiyanê an mûçeyek sabît" ku ji aliyê Bexdayê ve tê kontrolkirin, ne wekî mekanîzmayek adil ji bo belavkirina dahatan bi nav kir.

Barrack got: "Herêma Kurdistanê xwedî yek ji baştirîn hawîrdorên pêşkeftina yekgirtî ye, lê ew xwe dispêre pêvajoyek budçeya Iraqê ya ku ti kontrola li ser tune ye."

Tom Barrack ragehand, ku cezayan û rewşa dorpêçên aborî, zêdetir serxwebûna aborî ya ya Herêma Kurdistanê sînordar kiriye.

Wî got ku milîsên çekdar ên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin û li hundirê Iraqê kar dikin, Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê hedef girtine, û ev yek hewldanên ji bo aramkirina herêmê tevlihev dike.

Barrack got, "Waşington bi rêberên siyasî yên Kurd re dixebite da ku pirsgirêkên aborî û ewlehiyê yên ku herêm pê re rû bi rû ye çareser bike."

 

Basnews

Top