• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Silêmaniyê 335 kesan plazma bexşandin pêketiyên Koronayê

Li Silêmaniyê 335 kesan plazma bexşandin pêketiyên Koronayê
Peyvdarê Tendirustiya Silêmaniyê aşkere dike, heta niha 335 kesên ji Koronayê baş bûne, plazmaya xwîna xwe bexşand pêketiyên din.

Peyvdarê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Yad Neqişebendî ji K24ê re ragihand, heta niha 335 kesan li Silêmaniyê Korona derbas kirine û plazmaya xwîna xwe bexşand pêketiyên din.

Dr. Yad Neqişbendî got jî: Yek plazma dikar jib o 3 nexweşan bikar bê.

Pêştir jî Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hîwa Beşîr ji K24ê re ragihandibû, ji niha û pê ve awayê dana plazmayê diguhêrin, ku pêştir her kesekî dida kesekî, lê niha dikarin yek plazmayê bidin 3 kesan, bi vî awayî karê wan ji bo çareserkirina pêketiyan hêsantir dibe.

Peyvdarê Tendirustiyê Silêmaniyê ragihand jî, şeva bûrî kesekî din bi Koronayê canê xwe jidest da.

Top