• Sunday, 08 February 2026
logo

Sûriya û Îran rêkkevtineka giştgîr wajûkirin bo alîkarîya serbazî

Sûriya û Îran rêkkevtineka giştgîr wajûkirin bo alîkarîya serbazî
Mêdyayên Sûriyê ragehandin ku Sûriya û Îranê evro rêkkevtineka giştgîr derbarê alîkarîya serbazî di navera herdû welatan de wajû kirine.

Wezîrê berevanîya Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb got: Heke rêvebrîyên Emerîka şîya ban Sûriya û Îranê bixin jêr rêkêfa xwe, wan bo yek satê jî ew yek gîro nedikirin. Lew ew neşyan.

Serok erkanê supayê Îranê, Mehemed Baqirî jî got: Welatê wî sîstemên berevanîtya asmanîya Sûriyê bihêz dike di çarçove ya tundkirin a peywendîyên serbzaî di navbera herdû welatan de.

Baqirî got jî: Divê Tirkiya bizane çareserkirna arîşeyên wê yên ewlekarîyê bi rêya danûstandina û ji hev têgehiştinê dibe li gel alîyê Sûrî neku bi rêya hatine nav axa Sûriyê.

Baqirî tekez jî kir, Tirkya gîro bûye di cîbicîkirina pabendîyên xwe bi ji hev têgehiştina Astana bo derkirina komên terorist ji Sûriyê.

Rudaw
Top