Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê UN civiya
Li civînê de peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina kêşeyên di navbera wan nirxandin ku têda xanima Plasschaert piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo berdewamiya guftûgoyên her du aliyan dûpat kir û ragihand: Her du aliyan han didîn li guftûgo û hewldana ji bo gihîştina bi çareseriyê de, berdewam bin. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû çareseriyek li ser bingeha destûrê amadeye.
Li beşeke dinê civînê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî ya belavbûna pejika virusa Korona li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tîşk xistin li ser encamên wê yên hemû aliyan û rêkar û hengavên rûbirûbûna pejikê kirin.
