• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarekî leşkerî yê Bexdayê fermana Kazimî red kir

Fermandarekî leşkerî yê Bexdayê fermana Kazimî red kir
Siyasetmedarekî Iraqê aşkera kir, fermandarê fermandariya wê hêza parastina navçeya Kesk a Bexdayê, fermana fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û serokwezîr Kazimî red kir.



Siyasetmedarê Iraqê Mîşan Cibûrî ji kanala Dîcle re ragehand, piştî girtina hejmarek çekdarên milîsên Hizbullah a Iraqê, çekdarên din ên wê hêz milîs avêtine ser navçeye Kesk û dest li ser binkeyê dijeteror a Iraqê de girt.



Mîşan Cibûrî ragehand, serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî ferman daye fermandariya hêzên parastina navçeya Kesk ku wan çekdaran ji navçeyê derbixe. Lê wî fermandarî ew fermana Kazimî red kiriye.



Li gor Mîşan Ciburî ragehandiye, Kazimî bi naçarî telefon bo serokê hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî vekiriye û daxwaz jê kiriye çekdarên Hizbullah razî bike navçeyê derbikevin, ew jî li ser daxwaza Malikî ji navçeya Kesk derketine.



Basnews
Top