Parlementoya Iraqê daxwaz dike du hefteyan qedexeya derketina derve were ragihandin
Berdevkê komîsyona kirîzan ya parlementoya Iraqê, Falih Ziyadî ragihandiye, vîrusa Koronayê li Iraqê gelekî zêde belav bûye û rewş metirsîdar bûye.
Falih Ziyadî her wiha gotiye, ji ber wê jî komîsyona tenduristiyê daxwaza ragihandina qedexeya derketina derve bo heyama 14 rojan kiriye.
Heta niha li Iraqê 67 hezar û 442 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 779 kes jî pê mirine.
Basnews
