• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlementoya Iraqê daxwaz dike du hefteyan qedexeya derketina derve were ragihandin

Parlementoya Iraqê daxwaz dike du hefteyan qedexeya derketina derve were ragihandin
Parlementoya Iraqê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê daxwaza ragihandina qedexeya derketina derve bo heyama du hefteyan dike.

Berdevkê komîsyona kirîzan ya parlementoya Iraqê, Falih Ziyadî ragihandiye, vîrusa Koronayê li Iraqê gelekî zêde belav bûye û rewş metirsîdar bûye.

Falih Ziyadî her wiha gotiye, ji ber wê jî komîsyona tenduristiyê daxwaza ragihandina qedexeya derketina derve bo heyama 14 rojan kiriye.

Heta niha li Iraqê 67 hezar û 442 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 779 kes jî pê mirine.

Basnews
Top