Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê serxweşî li Serokê Hikumetê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25.03.2026, pêywendiyeke telefonê ji Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê li Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê, wergirt.
Di wê pêywendiyê de, Balyoz Barrack ji bo şehîdbûna Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya balîstîk a Îranê de li ser baregehên Pêşmergeyan li navçeya Soranê serxwaşî li Serokê Hikûmetê kir.
Herwaha Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo pêywendî û hevxemiya wî spasiya Balyoz Tom Barrack kir.
Di beşek din a pêywendiyê de, pêşketin û guhertinên dawî yên di rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê de hatin nirxandin.
