• Monday, 20 April 2026
logo

Qral Ebdula yê Duyem sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest

Gulan Media March 26, 2026 Nûçe
Qral Ebdula yê Duyem sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest

Îro 25.03.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke serxweşiyê ji Qral Ebdula yê Dûyem, Qralê Urdinê wergirt, ji bo şehîdbûna 6 Pêşmerge û birîndarbûna hejmareke din ji êrîşa mûşekî ya Îranê.

Naveroka peyamê eve:

Cenabê Mesrûr Barzanî xwedê te biparêze, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê:

Silavên xwedê li we be..

Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmerge(Xwedê li wan xwaşbe) û birûndarbûna hejmareke din, ji ber du êrîşên mûşekî yên Îranê bihîs. Ez bi navê xwe û gel û Hikûmeta Qraliyeta Urdinê, ji dil, serxweşiyê ji ber vê karesatê li we dikim û ji xwedayê mezin dixwazim ku canê wan bi biheştê şa bike û aramî û sebrê bide kesûkar û gelê Herêma Kurdistan û hêviya zû başbûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Înna lîllahî we înna îlahî racî'on.

Birayê we Ebdulahê dûyem kurê Huseyn

Şahê Qraltiya Urdinê

 

25.03.2026

 

Basnews

Top