• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Girê Spî teqîn: 6 kes hatin kuştin

Li Girê Spî teqîn: 6 kes hatin kuştin
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê di teqînekê de herî kêm 6 kes hatin kuştin.

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihandiye, îro danê êvarê li nav bajarê Girê Spî, ku destê hêzên Tirkiyê de ye, otomobîleka bombekirî teqiya.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku di nav kuştiyan de 3 zarok jî hene.

Basnews
Top