• Wednesday, 22 April 2026
logo

Îsraîl: Fermandarê Hêzên Deryayî yên Spaha Pasdarên Îranê hat kuştin

Gulan Media March 26, 2026 Nûçe
Îsraîl: Fermandarê Hêzên Deryayî yên Spaha Pasdarên Îranê hat kuştin

Rayedarekî payebilind ê Îsraîlê ragihand, Fermandarê Hêzên Deryayî yên Spaha Pasdarên a Îranê Elî Riza Tengsîrî di êrîşeke li ser bajarê Bender Ebasê de hatiye kuştin.


Berpirsekî payebilind ê Îsraîlî îro 26ê Adarê ji medyaya welatê xwe re aşkere kir, Elî Riza Tengsîrî di operasyoneke li başûrê Îranê de hatiye armanckirin û jiyana xwe ji dest daye.

Heta amadekirina vê nûçeyê, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî nûçeya kuştina fermandarê xwe piştrast nekirine.

Elî Riza Tengsîrî ji sala 2018an ve postê Fermandariya Hêzên Deryayî yên Spaha Pasdaran birêve dibe. Ew bi helwestên xwe yên tund ên li dijî Amerîkayê û welatên Rojavayî dihat naskirin. Tengsîrî gelek caran gefa girtina Tengava Hurmizê dixwar û daxuyaniyên tund li ser rûbirûbûna keştiyên şer ên Amerîkayê di avên Kendavê de didan.

 

Basnews

Top