• Tuesday, 21 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê her du şoreşan Sebrî Nêrweyî kir

Gulan Media March 26, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê her du şoreşan Sebrî Nêrweyî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Mîdala Barzaniyê Nemir, Sabrî Hafzullah Nêrweyî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Adarê di peyamekê de sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Sabrî Hafzullah Nêrweyî re xwest.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat gotin:

"Ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Mîdala Barzaniyê Nemir, Sabrî Hafzullah Nêrweyî, behî û sersaxiyê li malbata wan a birêz dikin û xwe wek hevparê xema wan dibînim."

Serokwezîr di berdewamiya peyama xwe de got: "Xwedayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbat, kesûkar, dost û hevalên wî."

 

K24

Top