• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka bi fermî ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê vekişiya

Amerîka bi fermî ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê vekişiya
Senatorekî Amerîkî ragihand, welatê wî bi fermî ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê vekişiya.

Senatorê Amerîkî Robert Menendez ê ji Partiya Demokratxwazan li twittera xwe tekez kir, daxuyaniyek ji Serokê Amerîka Donald Trump gihîşt Kongressê û tê de vekişandina Amerîka bi fermî ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê piştrast kiriye.

Wî senatorê Amerîkî rexne li Trump jî girt, ku ji destpêka belavbûna vê nexweşiya cîhanî, Trump bi awayekî nebaş serederî bi wê qeyranê kir û bi wî awayî ne berjewendiyên Amerîka û ne jî jiyana xelkê Amerîka parast.

Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump di dawiya meha Gulana bûrî niyaza vekişandina Amerîka ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê diyar kiribû, ji ber ku ew guh nade daxwazên Amerîka yên derbarê çaksaziya di wê rêxistinê de.

Trump Rêxistina Tendirustiya Cîhanê bi wê tomatbar dike, di serederîkirina bi vîrusa Koronayê de piştevaniya Çînê dike û rastiyên derketina vê nexweşiyê aşkere nekiriye.

K24
Top