• Sunday, 08 February 2026
logo

Aldar Xelîl: Tirkiye ti deman tiştekî baş bo Kurdan naxwaze

Aldar Xelîl: Tirkiye ti deman tiştekî baş bo Kurdan naxwaze
Endamê Konseya Hevserokstiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de ku peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero pê re encam daye, rewş û pêşhatên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nirxand.

Alar Xelîl ragihand, tevî nakokiyên ku di navbera ENKSê û PYNKê de hene, lê belê rêkeftina herdu aliyan ji bo yekîtî û yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê hêviyê ye.

Aldar Xelîl ew tekezî li ser yekîtiya Kurdan û herwiha hizra avakirina rêveberiyeke hevbeş li gel pêkhateyên din ên Sûriyê dikin û diyar kir, eger em Kurd yekîtî û yekrêziya xwe neparêzin, em dê çawan bikarin bi Ereban, Sûriyaniyan û Ermeniyan re bijîn? Divê em hebin daku em bi gelên din re bijîn, ji bo vê yekê jî divê em yekîtiya xwe ava bikin.

Wî rayedarê PYDê amaje bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê ya derbarê ENKSê û gefên wî yên li dijî ENKSê kir û got, Tirkiyê fobiya Kurdî heye û destnîşan kir, îro jî nebe, dê sibe yan rojekê li dijî ENKSê derkeve.

Aldar Xelîl herwiha da xuyakirin, ku ne mumkin e ku ENKS hem bi Rêveberiya Xweser re têkilî hebe û hem di heman demê de bi opozisyona Sûrî ya bi piştgiriya Tirkiyê re be û got, divê ji bo wê yekê rêyeke hevbeş were dîtin.

Nêzîkbûna kurdî-kurdî, kolana kurdî li Rojavayê Kurdistanê kêfxweş kir. Lê tirs heye ku hin pirsgirêk, wek pirsgirêka leşkerî bibe sedema binkeftina diyaloga kurdî-kurdî. Di vê derbarê de hûn çi ji kolana kurdî re dibêjin?

Bêguman mafê gelê me heye ku kêfxweş bibe û şa bibe dema ku bibîne hêzên kurdî nêzîkî hev dibin û hewldanên bi ruhekî yek bên meşandin. Bêguman ev tiştekî kêfa her kesî pê tê û her kes vê dixwaze. Lê ev rastî jî hene. Dibe ku hem tişt wisa ne di cihokekê de, yan jî ne wek dilê her kesî bixwaze, yekser pêk bê, evana jî bi xwezaya kar, bi xwezaya xebatê cudabûnê ku hene carna cudabûnê dide nîşan dan, lê gava cudayî hebin gerek asta vê morala me xerab nebe, nebe sedem ku em xwe bêhêvî bikin, xwe bê moral bikin, ka çima hemû tişt nebû yek, ji xwe ku hemî tişt yekser wisa bibe yek, madem em ne pir partî ne, em ne cuda ne, mana wê em berê yek in, lê tê zanîn partiyên me yên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, siyaset û fikir û raman û rêbazên xwe dispêrinê, tev ne wek hev difikirin, yanî pirsgirêka em jiyan dikin pirsgirêkeke tê naskirin. Lê ji bo çareseriya wê, her terefek carna bi şêwazekî çareseriyê baş dibîne. Ev jî dibe sedem wextê nerînên cuda hebin, dibe ku heman kes wilo yekser di heman riyê de nemeşe û isbata wê jî va we jî dît. Di 2011an de, dema pêvajoya şoreşê dest pê kir, herkes çawa difikirî, herkes wek hevdu difikirî, ne wek hev bûn, hinekan çi digot, hinekan digot Beşar Esed di çend mehan de wê here, em ê jî bi vanê opozisyonê re, em ê jî bibin hevalê wan, wê wezîrekî diduyan jî bidin me, wê mafna bidin me, em ê jî bi wan re jiyan bikin û qediya. Lê hinekam wisa nedigot. Hinekan got na ev rejîm zû bi zû nayê guhertin, wê rewş cuda be, pêvajoyên cuda hebin, divê em Kurd amadekariyên cuda bikin. Ê em wek hevdu wê çaxê nefikirîn. Ji bo vê jî îroj bala xwe bidiyê partiyên ENKS di nava hilfekî de kar dikin, bi siyaseteke cuda kar dikin. PYD û TEV-DEM û partiyên din yên li Rojava wan jî bi şêwazekî din kar kir. Ne wek hev bûn. Gelo em ne ku dibêjin ev baş e ev xerab e yan jî ev mezin e û ev biçûk e. Ez ne bi vî çavî li meselê dinerim. Ez dibêm rengekî xwezayî ye, ji ber hişmendiya ku xwe dispartê cuda bû, nirxandina rewşê cuda bû, ana jî miletê me kêfxweş e. Em jî dixwazin û ji bo wê dixebitin, pir caran fidakarî tê xwestin, em nîşan didin, lê hinek tişt hene pêwîst e em wek hevdu tê de bifikirin, ji bo em bi hev re bimeşin. Mînak ana ku ez û te ku wek hevdu li vê programê bi yek nerînê nenerin, em nikarin hewqas deqe, hewqas dem bi hevdu re biborînin û karibin pirs û bersivan bidin. Ev jî wisa ye. Pêwîst e hinek tişt hene ku nerîna me bike wek hev. Ew jî guftûgo jê re pêwîst e, munaqeşe jê re pêwîst e, hinek tiştan de dibe serê sedî sed wek ez dibêjim pêk neyê. Lê hinek tişt jî wek terefê din jî dibêje dibe pêk neyê, pêwîst e em êdî li riyên orte binerin. Ê ana hema wisa hîn miletê me pê şa ye, hîn wisa em hêviyan davên ser, ji ana de ez naxwazim tiştên wele ez texmîn dikim bê filan tişt bibe kelem, filan tişt bibe pirsgirêk, ger em van bidin pêş wê çaxê tiştê erênî di ortê de winda dibin, em hêviyên xwe biparêzin, em xebat bikin ku herkes amade be ku gavên pêwîst yên gerek werin avêtin û dilê me ji hev re vekirî be ku em tiştê hevdu qebûl bikin. Em bi vî ruhî nêzîk bibin. Lê ji bo vê em bawer in bêguman pirsa we kir hinek tişt hene dibin pirsgirêk, lê em ê çawa vê pirsgirêkê derbas bikin yan jî em ê çawa çareseriyekê jê re bibînin evaya encex rojên bên pêşiya me, wextê em guftûgo bikin, em ê jî bi hev re li çareseriyekê bigerin.

We navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî li xwe kir. Ev jî navekî di çarçoveya Kurdistanî û kurdî de bû, di demekê de ku hûn jî xwedî rêbaz û ramanên biratiya gelan e û hevbeşên we yên Ereb, Suryan, ji neteweyên din ên ku li Sûriyê dijîn hene. Hûn çawa dikarin van herdu tiştan di ber hev re bibin, hem yekîtiya kurdî, hem jî biratiya gelan a ku hûn behs dikin. Pirsa din jî ew bû, opozisyona sûrî bi giştî û bi taybetê Îtîlaf. Ev gava diyaloga kurdî-kurdî di bin nave projeyeke ji bo parçebûna Sûriyê bi nav kir. Ji bo vê yek hûn çi dibêjin?

Ji xwe yek ji rêbazên ku dijminê kurdan herdem bi kar tîne; şêwazê şerê taybet e, şerê taybet çawa? Rastiya Kurd rastiya şerê kurdan herdem bi rengekî xerab, herdem bi rengekî şaş bide pênasekirin û di nav raya giştî de bi pênasekirina han bide pêş. Mînak, aniha em li vir dibêjin projeya biratiya gelan, an jî felsefeya neteweya demokratîk. Dema em vê dibêjin ne ku em dûrî kurdayetiyê dikevin, herî yê ku kurdayetiyê diparêze em in. Em bi wê kurdayetiyê diparêzin. Em dibêjin pêwîst e mafê gelê Kurd pêk were, pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Lê ji bo ku çareserî temam bibe û bi aramî miletê me jiyan bike û ev çareserî bigihe encamekê di nava zemînekî aştiyane de; pêwîst e pêkhateyên din jî nebin dijminên me, pêwîst e em û wan bi hev re di nava vî welatî de jiyan bikin, ji ber vê dewsa ku ez bêjim ez ê pirsgirêka Kurd tenê çareser bikim û miletê din ez ê wan tiştekî hesad nekim, wê çaxê tê wateya ku ez demên pêş divê ez amadekariya xwe bikim û ez û wan têkevin şer de û êdî ji ber rewşa Rojava ne wek rewşa parçê din î Kurdistanê ye, aniha tu li Bakurê Kurdistanê here bajarên Amedê, Mêrdînê û Ruhayê û deverên din, miletê Tirk di nav gundên vav herêman de tune ne, ji bilî muwezifên dewletê hene, karmendên wan hene, lê wek milet, wek civak di nav hev de tune ne. Li Başûrê Kurdistanê binere. Li Başûrê Kurdistanê tu hemî bajarên Başûr derbas dike, ti pêkhateyên din di nava kurdan de, mînak Ereb, ji bilî eger mêvan hatibin, xwedî kar bin, karmend bin, lê wekî din, wek nişteciyên wir tune ne. Gundên kurdan tev di nav hev de ne. Li hinek ciyan herêmin hene Suryan tê de ne, Aşûrî tê de ne. Rojava ne wisa ye, meselen dibêjin Partiyê Yekîtiya Niştimanî Kurd, yanî wek Kurd em ê yekîtiya xwe çêkin, ma ez ê çawa bi pêkhateya Ereb re jiyan bikim, mane divê ez hebim heta ez pê re jiyan bikim, ez ê çawa bi Suryanan re jiyan bikim, ez ê çawa bi Ermenan re jiyan bikim. Wê çaxê divê ez hebim û ji bo ez hebim, ez ê yekîtiya xwe çêkim, ev nakok e, lê mijara din, ev kesê ku opozisyonê navê wek cudaxwaz, wek parçebûnê çêdikin, ev ew e tiştê me behs kir yanî êdî cudabûna ku dijmin herdem dixwaze me bi rengekî cuda bide nîşandan. Bala xwe bide. Mixabin em di zemanekî wilo de jiyan dikin, rastî tên berovajîkirin, eynî ew opozisyona ku tu behsa wan dike, bi tirkan re hatin Efrîn dagîr kirin, bi tirkan re hatin Cerablus û Bab û Ezaz dagîr kirin, bi tirkan re hatin Girê Spî dagîr kirin, hatin Serê Kaniyê dagîr kirin. Aniha propoganda Tirk dikin li dijî Sûrî û li dijî berjewendiyên neteweyên Sûrî tukes nake. Ew xwe netewparêzên Sûrî bi nav dikin û em yê aştiyê, aramiyê, yekîtiyê di hundirê Sûriyê de diparêzin, me wek cudaxwaz bi nav dikin, ev tiştekî pir bi nakok e. Lê em watê jî didinê, ji ber çi? Peyê tirkan e, Tirk ticarî ticarî tiştekî baş ji bo kurdan naxwaze û eger te dît dewleta Tirk pesnê yekî da, zanibe ew xerab e, ew dijî gelê Kurd e û te dî gaveke kurdan avêt, te dî Tirk pê aciz bûn, zanibe tiştekî baş kiriye.

Niha em behsa diyaloga kurdî-kurdî dikin. Te jî ji xwe amaje pê kir ku li ser bingeha Rêkeftina Dihokê tê kirin. Rêkeftina Dihokê berî şeş salan bû, li ser sê xalên sereke bûn. Niha wê her sê xal weke xwe bimînin, wê guhertin di wan de çêbibin, hûn ê hin tiştan sererast bikin, hûn ê çawa bikin ta ku hûn bi hev re bi rastî bigihin rêkeftinekê?

Te dî me gotiye em di hevdîtinên me dema çêbibin em ê xwe bispêrin Peymana Dihokê. Lê hîna em rûneniştine. Lê ez karim nerîna me bêjim, wek PYD û partiyên em bi hev re di bin siya Partiyên Yekîtiya Niştimanî Kurd, em bi hev re wisa difikirin, tiştên sereke hene, mînak, eger ev tiştana ne zelal bin, wek we jî pirsî di pirsa berî vê de, hin hêzên din, hin kesên din dixwazin berovajî bikin, wateyek din bidinê, mînak, dema em dibêjin em Kurd bibin yek, em nabêjin em ê Kurd bibin yek, em ê ereban tune bikin, em ê suryanan tune bikin, em ê rêveberiyê xera bikin, hema Kurd tenê ji xwe re bibin, wê çaxê tiştek ji ereba re nema û ji rêveberiyê re nema…

Mudaxeleya Rengînê: Em çi ji rêveberiyê bikin wê demê?

Aldar Xelîl : Wê çaxê em çi dikin, yek aniha pênasekirina me di 2014an de ji bo lêvegera siyasî çi bû; ev lêveger ya kurdan xwe bi xwe ye, yanî em Kurd xwe bi xwe lêvegera me çêdibe, mînak: Bûyerek çêbû, li Jinêvê tiştek çêbû, li Şamê tiştek çêbû, li Moskow tiştek çêbû, li Qahîreyê tiştek çêbû; wê bêjin ka kurdno hûn çi dibêjin, kurdên Rojava, wê çaxê eger em vê lêvegera xwe çênekin, wê PYD tiştekî bêje, wê Elpartî tiştekî bêje, wê Yekîtî tiştekî bêje, wê partîke din tiştekî bêje. Wê çaxê wê bêjin ka yaho em nerîna kê ji we esas bigrin, pêwîst e nerîna me bibe yek, yan jî Şamê got werin rûnên em bi hevdu re bitefiqin, wê çaxê dibê Kurd ewa me bibe yek, yan jî li vir di Rêveberiya Xewser hilbijartinek çêbû, dewsa ku PYD cuda dakeve û Elpartî cuda dakeve, bila bi hev re bi lîstakê dakevin hilbijartinan. Em bi hev re wek Kurd, wek bloka Kurd, em bi hev re helwesta xweyî kurdewarî bidin nîşandan, em ne parçe parçe bin, dema em vê dixwazin bikin ew lêvegera siyasî, ew ê îcar aqil bide kurda, ew ê riya kurda bide nîşandan, lê neko ew ê têkeve dewsa rêveberiyê de û têkeve dewsa Ereb û Suryan û hemî kesî, wisa dibe tiştekî din.

Di vê derbarê de, Mewlûd Çawûşoglû, tirsa Tirkiyê da xuyakirin û got çi aliyek hevkariyê di gel YPGê bike; ew jî wê ji mere bibe armanc. Hûn vê helwesta Tirkiyê çawa dixwînin û çawa dibînin?

Ez bi xwe şaş nemam. Ez tirkan nas dikim û heta Çawûşoglû, wisa ez dibêm qey li gor rastiya xwe, hîn belkî nerm jî axivî, ji ber bi rastî wisa ne, ew ne tenê du terefên kurdî bêne cem hev, em aniha netifiqin jî, sibe Tirk vê qonaxê derbas bikin, wê berê xwe bide terefê dinî kurdî jî, tu zanî hişmendiya tirkan beramberî kurda, fobiyeke wisa li gel wan heye, tehemûl nakin kurda, belkî aniha vê demê êrîşî ENKSê nake, êrîşî kurdên neketine cebhê de beramberî wan, êrîşî wan nake, ne ku ji ber kêfa wî ji vî kurdî re tê û ji vî kurdî re nayê, aniha dibêje ewlewiyetên min hene, ez aniha ev xeter e ji min re ez ew bikim, lê sibe yê din jî qebûl nakin. Bala xwe bidê mînaka herî berçav, Başûrê Kurdistanê wextê ku hêdî hêdî kiyanê wê çêdibû, mane derdiketin daxuyanî didan, digo ev çi ye vana, serokeşîr in ez îtîrafê bi wan nakim, aniha eger hinekî danûstendinekê çêdike, ticarî em pê neyên xapandin, rojekê ji rojan eger firseta xwe bibîne wê Başûr jî dagîr bike, wê hêza Başûr jî bixwaze bişkîne, aniha eger tiştna qebûl dike ji ber ku li gorî wî dijminekî wî yê din heye, yanî ewlewiyat dibêjin, yê destpêkê, yê ku aniha xeter e li ser, dibêje bise ez ji vî xelas bim, yê din dûre, ew ticarî kurdan qebûl nakin, di referandûmê de isbat bû, ma li Başûr YPGê hebû? Kurdên Başûr bûn, xwestin referendûmê bikin, bêjin em wek kurdek dixwazim di nava Iraqê de rewşa min ev be, ez serbixwe bibim, ez Kurdistana azad ava bikim, nerînên xwe anîn ziman, berî Bexda qerar bide, Enqere qerar da, em bibin yek wê êrîşa xwe zûtir bike, em nebin yek wê îro êrîşî me bike, sibe êrîşî ENKSê bike, ku yanî emrê wan piçekî dereng dikeve, bi êrîşa bi ser wan de, ji ber çima, ji ber tu Kurd e, kengî êrîşî te nake, dema tu jê re bibêje ez ji kurdayetiya xwe dûr dikevim, yan jî dema ku li gorî xwe bibînin ku meslehak wî li cem te heye, te ji xwe re kar bike dijî terefê dinî kurdî, dema ew li cem qediya; dibêje stop û ya xwe pêk tîne.

Ji bilî Amerîkiyan, ti dewletek din heye ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dike û di nav opozisyona sûrî de, beşin hene ku piştgiriya projeya kurdan dikin li Rojavayê Kurdistanê?

Bi rastî wek piroja xweseriya demokratîk, dibêjin projeyeke pir baş e û ew jî dibînin ku ev projeyeke ne cuda ye ji sûrî, sûrî parçe nake, projakî wisa ye, rê nade ku sibe Kurd û Ereb li hev xin, projakî wilo ye, belkî di pratîkê de lawaziyê wê hebin, lê tecrîbakî nuh çêdibe. Lê wek proje, bi taybetî gava em bala xwe didinê, jin pêşeng e di Rojava de, di meclîsan de. Di aliyên îdarî de, di xebatên leşkerî de, di hemî derê de, ê aniha tev nerînekê didin ku projeke, mînak, aniha çi proje hene yê ku ji bo Sûrî hene di Rojhilata Navîn de, pirojeya Beis heye, projeya Îxwan el-Mislimîn heye û a tirkan, û ev proje heye, û te dî proja DAIŞ a tê zanîn, ev welatana dihesibînin, kîjan proje bêtir maqûl e pirsgirêka Sûrî çareser bike ev piroje ye, projeya xweseriya demokratîk e, yê ku tenê bi tundî dijî wê; Tirk in. Tirk jî tu nebêje xweseriya demokratîk, tu nebêjî ez DAIŞ im, ez Îxwan el-Mislimîn im, ew dijî te ye, bes tu bêjî ez mafê kurdan diparêzim ew dijî te ye. Ew te qebûl nake, ji ber vê pir welat me dîtin û bi rastî hewestên xwe eşkere ji me re dibêjin, dibêjin ev projeya we divê bibe projeya Sûrî bi tevayî, lê hîn ewî fermî ji bo helwestên xwe bidin diyarkirin, ji bo karibin di platformeke din de bêjin, xuya ye dema wê jî nehatiye, lê heta ez karim vê jî bibêjim, Amerîka hîn bi fermî negotiye Rêveberiya Xweser projakî di pêşeroja Sûrî, lê pir welatên din hene ji me re gotine.

Daxwaza we tim ew e ku hûn dixwazin ENKS ji nava opozisyonê ya Îtîlafê derkeve, gotinek heye ku Amerîkî jî dixwazin we têxin nav Îtîlafê de, ji bo sibe danûstendinên li ser çareseriya Sûrî bêne kirin, wê çawa bibe, piştî hûn û ENKSê rêkeftin di nav we de çêbibe, hûn ê di nav Îtîlafê de bin an wê pergaleke we ya nû hebe, di wê pergalê de hûn ê beşdarî danûstendinên li ser Sûriyê bibin?

Aniha me negotiye şert e divê derkevin, lê em wê dibêjin te dît carna bi aqil û bi mentiq, wextê em ê bên gel hev û di despêka programê de min got em ê di cihokekê de bimeşin, bi hev re em ê berê xwe bidin cihekî, ê ku bi hev re em berê xwe bidin cihekî, tu li cihekî be û ez li cihekî bim, em ê çawa di riyekê de bimeşin? Pêwîst e em riyeke hevbeş bibînin, mînak, yanî ev ne ku em dibêjin wisa bibe, bes mînakekî wilo bi mentiq em bifikirin, Îtîlafê hatine bi tirkan re Efrîn dagîr kirine û hatine Girê Spî dagîr kirine û Serê Kaniyê dagîr kirine û berî wê jî Cerablus û Ezaz û Bab dagîr kirine û ev Îtîlaf in, xwediyê projê ne û sibe jî em û ENKSê bibin yek, mînak ez dibêjim, me biryar da û ji xwe gerek wisa be jî, kurdewarî ev e, divê Efrîn rizgar bibe û bê Efrîn rizgar bibe çareserî çênabe, belkî aniha ew biraderana wê çawa bikin, hem di Îtîlafê de ne û hem bi me re wê bêjin bijî Efrîn, û Efrîn gerek rizgar bibe. Wê bi me re şerê Îtîlafê bikin li Efrînê û wê endamê wan bin. Îtîlaf qebûl nake. Îtîlaf wê bêje hela were vir, tu çawa endamê min î û çawa tu çûyî bi vanên din re şerê min dikî, tu çawa hevalê min î û tu dibêjî ez dijî dagîrkeriyê me, ma wisa dibe, wê ew êdî qebûl nekin, ne ku em bêjin bila wisa be, alîkî din, yan divê em bibin weke wan, em jî bibin endamên Îtîlafê, wê çaxê divê em dev ji projeya neteweya demokratîk berdin, em dev ji projeya sekuler û demokratîk jî berdin, em jî bibin tabiê tirkî û tabiê Îtîlafê, wê çaxê em ê jî qebûl bikin Efrîn hatiye dagîrkirin û bila dagîrkirî be, xem nake û vana jî temsîla Sûriyê dikin û vana azadîwazê Sûriyeya pêşerojê ne, wê çaxê ev jî nabe, ji ber wê ev mijar mijareke hesas e. Pêwîst e wê çaxê em li ser şêwazekî li hev bikin, ku em riyeke din bibînin, riya din çi ye, em ne biçin cem Îtîlafê û ne jî Îtîlaf bê cem me. Îtîlaf zaten xeta Tirkiyê û xeta dijminatiyê ye, dijî demokrasiyê ye, ne tenê dijî kurda ye, sîstema demokratîk qebûl nakin, ku ew werin ser desthilata Sûrî, bawer bikin ku ew bibin desthilata Sûrî, wê miletê Sûrî bêje xwezka bi Beşar Esed, lê wê çaxê divê em çi bikin, hêzên demokratxwaz hene, demokratên nerm, hinek hene ku ne di Îtîlafê de ne, û welatparêz in, Sûrî ne, gerek em hêzê bidin wan, em bi wan re bitifiqin, meselen, ma ji bo çi MSDê çêbû, ji bo çi aniha MSDê pir hêz di nava wê de cihê xwe digirin, ji bo çi pir kes hene MSDê qebûl dikin, MSDê êdî wek sîwanekê ye ji bo demokratkirina Sûrî derveyî Îtîlafê, ji ber Îtîlaf xwe sîwanek hesab dike. Lê bi rastî jî Îtîlaf, miletê me ti kes qebûl nake em di hundirê Îtîlafê de, em projeya wê li ser xwe qebûl bikin, aniha Xwedê neke Îtîlaf bi ser keve û Şam têkeve destê wê, wê fermana kurdan rake yanî kurdek sax namîne, tu berde, ew nabêje ev Kurd kîjan partî ye yan kîjan partî ye, di mentiqê wan de, di hişmendiya wan de, tu bala xwe bidê, me tenê daxuyaniyek bi hev re da, yaho me daxuyaniyek da, me got wek tefahum ewelî me çêkiriye, yê herî xwe hesab dikir demokrat, digot ev kurdê nizanim çi gerek em wan nizanim çi bikin, devê min nagere ez bêjim, yanî wisa êrîşî me kirin, îcar çawa sibe em projeyê bikin, em ew bikin. Wê çaxê hêzên ku li Qahîreyê kom bûn, hinek kes hene aniha li Ewropayê jiyan dikin û nerînên wan î pir baş hene, feqîran xwe dan kêlekekê, bala xwe danê wisa tu hêzek wilo xwedî li wan derneket, wilo man, em karin wan teva bi hev re kom bikin û bi hev re em xeta xwe ya demokratîk bêtir bidin nîşandan.

Rola kurdan wê di paşeroja Sûriyeyê de çi be, û niha jî gotin heye êdî Sûriyê li ber deriyê veguhestina siyasî ye, rast e e?

Tu zane eger em baş tev bigerin, Kurd karin pêşengatiya projeya demokratîk a Sûrî tevî bikin, û vaye ne ji ber em Kurd in em pesnê xwe bidin, na, Kurd xwediyê projeya demokratîk in. Yanî aniha pêkhateyên Sûrî hene tu wan bigre dest, tê bala xwe bidê projeya wan î demokratîk tune ne ku xerab in, ez ne sîfeta baş û xerab dibêjim, proje tune yanî meselen, Îxwan el-Muslimîn projeya wan tê naskirin, terefê din, projeya wan tê naskirin, tenê Kurd xwedî proje ne û Kurd tiştekî wan bîne gel hev heye, doza neteweyî heye, lê Kurd eynî bi vê hêza xwe dikarin pêşengatiya Sûrî jî bikin. Yanî çi mani'e, mînak, carna em dibînin hinek hene ji bajarekî din î Sûriyê xwe dikin pêşengê Sûrî û xwe dikin xwediyê Sûrî, em tiştekî dikin li vir, tu dibê qey ew xwediyê Sûrî ne û yê me em mêvan in, îcar ew dibêjin em wilo qebûl nakin, Sûriya me wilo yanî wilo intîbaekê dide, dibê qey Sûrî tevde ya wan e û em jî mêvan in. Na ne wisa ye, Sûrî ya me ye jî, temam, xisûsiyetke me heye, ez Kurd im, lê Sûrî jî ya min e.

Di navbera we û hikûmeta Sûrî de, niha rewş çawa ye, ti danûstandin, ti guftûgo di nav we de hene, ji xwe te gotina talî a Welîd el-Muelim jî dît, te behsa wê yekê kir ku ew li ser pêwîstiyên xwe yên rojane danûstendinê bi kurdan re dikin. Mebesta wî Rêveberiya Xweser e, li ser pirsên çarenivîsî ti danûstendinê bi kurda re nakin?

Ê rastiya rejîmê tê naskirin, yanî hişmendiya Beisê, bi salan di bin ewa wê de me jiyan kir, di bin zilm û tadaya wê de, û polîtîka wê ev e, yê beramberî xwe tune hesab dike, dibêje tu tune, ez tenê heme, ev welat ezê birêve bibim, ji bilî vê kesek din tune ye. Ev siyaset tê zanîn. Mixabin heta niha piştî 9 salan ku ew welat di nava wêraniyê de ye, hîna ji wê encamek tecrûbeyek dernexistiye. Gerek ne wisa be, gerek bifirikiya bigotiba temam, hişmendiya min a berê wisa bû, lê bû sedem ku Sûriye xirab bû, divê niha ez xwe biguherim, ji ber wê jî me pir caran xwest, carna bi alîkariya Rûsan, me hinek hevdîtin jî çêkirin û me xwest û me hewldan kirin, lê dawiya dawî me dît ku ew ne amade ne. A niha di wê demê de hevdîtin tune ne û em dibînin dema hevdîtin hebin jî ne amade ne ku gavekê jî bavêjin. Hîna çi difikirin, dibêje ezê Sûrî bikim wek berê, ezê wek berê birêve bibim û bi vî rengî hûn jî dê wek berê jiyan bikin. Ê wisa nabe, dunya hatiye guhertin, rewş hatiye guhertin. Em hêvîdarin ku wê zanibin ku êdî Sûrî wek berê nabe û navegere beriya 2011an û eger wê projeyê qebûl bikin û tifaqekê bi Kurdan re bikin, dê Sûrî xweştir bibe, dê geştir bibe û bibe mînakeke demokrasiyê li herêmê. Jib o çi Sûriye hertim paş bikeve, ji bo çi milletê wê hertim bi feqîrî jiyan bike, ji bo çi hertim şer têde be. Ew vê gave bavêjin, dê bibe lê feqet weke niha israr bikin bi hişmendiya xwe ya kevn, wê rewşa Sûriyê jî mixabin, wê di nava wan aloziyan de berdewam bike.

Rudaw
Top