Di şerê navbera DAIŞ û artêşa Sûriyê de 24 kes ji her du aliyan hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li çend eniyên di navbera sêgoşeya Heleb, Reqa û Hemayê de êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di navbera wan de şerên giran rû dan. Herwiha firokeyên Rûsî jî piştevanî hêzên rêjîma Sûriyê kirin.
Rewangeha Sûriyê diyar kir, di encama wan êrîşan de 11 çekdarên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berî du rojan jî, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê li eniya Suxne li parêzgeha Humsê de, 25 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve hatibûn kuştin.
Çekdarên DAIŞê ji zêdetirî salekê ve ye êrîşên xwe li hêzên rêjîma Sûriyê li çolên Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêrazor, Reqa, Hums, Hema û Helebê zêde kirine.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî, ji meha Adara sala bûrî ve, 601 serbaz û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê, 2 serbazên Rûsî û 127 çekdarên ser bi Îranê û regezên biyanî hatine kuştin. Ji aliyê DAIŞê ve jî 256 çekdar hatine kuştin.
Basnews
