Hindistan di rêzbendiya amarên Koronayê de dibe sêyemîn
Wezareta Tendirustiyê ya Hindistanê belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 22 hezar û 450 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin. Herwiha 467 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Hindistanê bi Koronayê ketine gihîşt 719 hezar û 665 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dan jî gihîşt 20 hezar û 160 kesan.
Bi van amaran, Hindistan li pişt Amerîka û Brazîlê di pileya sêyemîn ên welatên herî zêde ziyan ji Koronayê dîtine tê.
Ev di demekê de ye, li seranserî cîhanê 11 milyon û 841 hezar û 62 kesan bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan jî 543 hezar û 430 kesî canê xwe jidest dane.
K24
