• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê pêketina 495 kesên nû bi Koronayê hatin tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê pêketina 495 kesên nû bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 8 kesan jî canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 495 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 186 kes li Hewlêrê, 177 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Duhokê û 9 kes li Helebceyê ne.

Amaje bi wê jî da, di 24 demjimêrên bûrî de, 8 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, kesek li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Germiyanê. Herwiha 79 pêketiyên Koronayê baş bûn.

Amarên giştî:

Pêketin: 8134 (Hewlêr: 1951, Silêmanî: 5741, Duhok: 1248)

Mirin: 271 (Hewlêr: 38, Silêmanî: 229, Helebce: 4)

Başbûn: 2868 (Hewlêr: 1214, Silêmanî: 1372, Duhok: 228, Helebce: 214)

Mana li nexweşxaneyan: 4995 (Hewlêr: 699, Silêmanî: 4140, Duhok: 60, Helebce: 96)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendî bi hêla germ hejmar (122) bikin.

K24
Top