• Sunday, 08 February 2026
logo

Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir

Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, General Alexander Chayko re civiya.

General Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe ragihandiye, ku wî îro pêşwazî li Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, General Alexander Chayko kiriye û bi wî re behsa pirsên hevbeş, bi taybet binpêkirina rêkeftina 23ê Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha kuştina sê çalakvanên jin ên Kurd, gotûbêj kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir: “Me pêşwaziya fermandarê hêzên Rûsyaê yê li Sûriyê general Alexander Chaiko kir. Me babetên hevpar, di nav de binpêkirinên Tirkiyê ji peyamana 23ê Cotmehê û bi taybet terorkirina hersê çalakvanên jin ên Kurd li Kobanê nîqaş kirin.”

General Mazlûm Ebdî got: “Di civînê de me li ser bilindkirnia asta koordîneyê û xebatên hevpar li hev kir. Me spasiya wî kir ku xebata li hemberî rageşiyan bersivand.”

Aerêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî di 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribûn û herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tevî dehan gundên derdora wan bajaran ji destê hêzên Kurdî û hêzên HSDê derxistibûn.

Piştre Amerîka û Rûsyayê du rêkeftinên cuda bi Tirkiyê re kirin û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hatin rawestandin.

Her piştî êrîşa Tirkiyê, hêzên Rûsya bo yekemîn car bi rêkeftina li gel Fermandariya Giştî ya HSDê, derbasî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de bûn.

Li gor wan rêkeftinên di navbera Tirkiye-Amerîka û Rûsya-Tirkiyê de, hêzên Kurdî çekên xwe yên giran heta 30 kîlometrean ji sînorê Tirkiyê dûr kirin, herwiha hêzên Tirkiyê û Rûsya li navçeyên sînorî dewriyeyên hevbeş destpê kirin.

Rudaw
Top