• Tuesday, 21 April 2026
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwast

Gulan Media March 25, 2026 Nûçe
Wezîrê Derve yê Tirkiyê sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwast

Roja 24.03.2026, pêywendiyeke telefonê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, geheşt Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan, Mesrûr Barzanî.

Wezîrê derve yê Tirkiyê serxwaşî û hevxemiya xwe û Tirkiyê, ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyên êrîşa mûşekên balîstîk ên Îranê bo ser hêzên Pêşmerge, gehande Serokê Hikûmetê. Herwaha Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran xwast.

Serokê Hikûmetê jî spasiya pêywendî û hevxemiya Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir.

 

 

Top