Mezlûm Ebdî: Serxweşî û hevxemiya xwe ji bo Serok Mesûd Barzanî û kesûkarên şehîdên Pêşmergeyên qehreman radigehînim
Mezlûm Ebdî hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyên Kurdistanê li qezaya Soranê diyar dike û sersaxiyê ji Serok Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwaze.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 24.03.2026ê li ser hesaba xwe ya tora civakî X de peyamek li ser şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyên Kurdistanê li qezaya Soranê belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ragihand: Em xemgîniyê bi gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan.
Navbirî di pareke din a peyama xwe de jî got: Herwiha em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.
Fermandarê Giştî yê HSDê di dawiya peyama xwe de jî silametî ji birîndaran re xwest û got: Bi hêviya şîfayê ji birîndaran re.
Bingehên Pêşmergeyan li qezaya Soranê îro 24.03.2026ê di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekên balîstîk hatin armanckirin û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Basnews
