• Sunday, 08 February 2026
logo

Xwedanê şîrketa Kar bi sedan ton firingî ji cotkarên Kurdistanê kirrî

Xwedanê şîrketa Kar bi sedan ton firingî ji cotkarên Kurdistanê kirrî
Xwedanê şîrketa Kar li Herêma Kurdistanê bi sedan ton berhemên firingî yên cotkarên Kurdistanê kirrî.

Piştî ku beşek ji cotkarên devera Xebat ya Hewlêrê wek nerazîbûn li hember bê bazarî û erzanbûna berhemên xwe, bi tonan berhemên xwe yên temate avêtin, hinek sermiyandar biryar dan wek piştevaniya wan cotkaran, beşek ji berhemên wan bikirrin.

Yek ji wan kesan, xwedanê şîrketa Kar, şêx Baz e ku ji duhî de nêzîkî 700 ton firingî ji cotkaran kirriye.

Li gorî agahiyên BasNewsê, şêx Baz dê hîn jî firingiyên cotkaran bikirre û bi ser kampên penaberan de parve bike.

Nirxa her sindoqeka firingiyan jî dê 3 beramberî nirxa berê ji cotkaran were kirrîn.

Basnews
Top