• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da: Bila kes bi serê xwe wan dermanan bikar nehîne!

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da: Bila kes bi serê xwe wan dermanan bikar nehîne!
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê hişyarî da welatiyan û ragihand, bila kes bi serê xwe dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê bikar nehîne.

Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, dr. Mihemed Qadir ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya me jê heye hinek kes hinek dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê bikar tînin û bazirganî bi wan dermanan dikin. Ev metirsîdar e.

Dr. Mihemed Qadir her wiha got, heta niha di warê zanistî de tiştekî wisa nehatiye îsbatkirin ku dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê baş in, ji ber wê jî bila ti kes bi serê xwe vê yekê neke.

Basnews
Top