• Sunday, 08 February 2026
logo

Perlemantareka Tirkiyê: Ew karê hun bi nexşeya Îraqê dikin, weha jî bi serê hewe dê bihêt

Perlemantareka Tirkiyê: Ew karê hun bi nexşeya Îraqê dikin, weha jî bi serê hewe dê bihêt
Rêveberîya Peywendîyan di serokatîya Tirkiyê de, li ser hijmarteya xwe di Tiwîterê de, nexşeyek belav kirîye, têde rewşa giştîya Îraqê heya 6ê Tîrmeha 2020 nîşan daye, ku bûye cihê nîgeranîya endam perelemaneka dijber li wî welatî.

Aytun Çîray, endama perlemanê di partîya Xêr de û seroka komîteya sîyasetên ewlehîya nîştîmanî di perlemanê de, hoşdarî da ji metirsîya wan karan û amaje kir, ku belavkirina nexşeyeka dabeşkirina Îraqê ji alîyê serokatîya peywendîyan, dibe sedema wê yekê ku şeriyetê û rewayîyê bide alîyên fermî di welatên din de bo belavkirina nexşeyên wek wê li ser Tirkiyê jî.

Çîray li ser hejmarte xwe di Tiwîterê de, tekez kir, belavkirina nexşeyeka dabeşkirina Îraqê bi vajîya helwêsta ragehandîya Tirkiyê ye, li ser pabendbûna wê bi yek perçeyîya axa Îraqê.

Got jî: Alîyeka fermî nexşeyeka weha belavk bike; karekê gelek metirsîdare.

Dezgehên ragehandinên Tirkiyê aşkera kiribûn ku rêveberîya peywendîyan di serokatîya Tirkiyê de, nexşeyeka Îraqê belav kirîye, têde cihên hêzên xwe li bakûra Îraqê heya wê rêkevtê, destnîşan kirine, herweha cihên PKKyê.

Rudaw
Top