Wezareta Derve ya Îranê: Ti danûstandineke me li gel Amerîkayê de nebûye, daxuyaniyên Trump tenê ji bo daxistina nirxê petrol û darêjandina plana leşkeriye
Li gor kanala CNN, piştî daxuyaniya Trump, Îran her cure danûstandinên di navbera Tehran û Waşîngtonê de red dike.
Çend saziyên ragehandinê yên Îranê bi piştdana bi Wezareta Derve ya Îranê, belav kirine ku Îrana her cure gotebêjan li Waşîngtonê red dike û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump weke hewleke ji bo daxistina nirxê enerjiyê û bi destxistina demê ji bo cîbicîkirina planên leşkerî dizane.
Wezareta Derve ya Îranê ragehand: "Destpêşxeriya ji aliyê welatên navçeyê ve bo kêmkirina aloziyan heye.”
Herwaha hatiye gotin, "Bersiva me ji bo van hemû destpêşxeriyan zelale: Em ew alî nînin ku me ev şer destpêkiribe û pêwîste ev hemû daxwazana ji bo Waşîngtonê bên şandin.”
Di çarçoveyeke pêywendîdar de, dîplomatkarekî Qeterê ji CNNê re piştrast kiriye ku Qeter ti destekî wê, di nav ti hewleke navbeynkirina di navbera Tehran û Waşîngtonê de nîne.
Basnews
