• Sunday, 08 February 2026
logo

Gefên li ser Rêveberiya Xweser berdewam in

Gefên li ser Rêveberiya Xweser berdewam in
Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku Rojavayê Kurdistanê jî, li xwe digire, rûbirûyî gelek gef, guşar û êrîşan dibe, ji aliyekî ve, Hikûmeta Sûriyê û alîgirên wê, ji aliyekî din ve, gefên DAIŞê, ji aliyekî sêyem ve, Tirkiye û alîgirên wê ji hêzên siyasî û çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê, ku li Herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, bi sedema êrîşên wan ziyanên mezin gihiştin Kurdên wan navçeyan, bi taybetî hewlên guherîna demografîk, talankirin û wêrankirina mal û milkên xelkên sivîl.

Rêveberiya Xweser ku ji bo parastina destkeftiyên xwe, piştê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ve girê dide, ew jî hêzeke pirnetewe ye, êdî wê yekê wiha kiriye ku parastina yekrîziya wê hêzê ne karekî hêsan be, ji ber ku Hikûmeta Sûriyê hanê dide eşîrên Ereb ku xelkên xwe ji nav rêzên HSDê û Rêveberiya Xweser derxînin û li dijî wan jî kar bikin. Ev dîmen nîşanê bi wê yekê dide, ku rewşa HSDê û Rêveberiya Xweser, ne gelekî cîgir e.

Li gorî raporteke Peymangeha Washingtonê, di dema êrîşên Tirkiyê de, şervanên Ereb ên HSDê, ne amade bûn, beşdarî rêgirîkirinê bin. Lê tevî wê yekê, Amerîkayê garantîna parastina yekrêziya HSDê dikir.

Heman raport nîşanê bi wê yekê dide, Rûsya ji aliyekî ve dixwaze rê li ber êrîşên nû yên Tirkiyê bigire û ji aliyekî din ve, çavên wê li wê yekê ne, ku dest deyne ser deverên stratejîk li Bakurê Rojhilatê Sûriyê. Yek ji wan deverên stratejîk, ku Rûsyayê kontrol kiriye, beşek e ji Rêya M-4, ku Eyn Îsa û Til Temir bi hev ve girê dide.

Girtina wî beşî ne tenê kêşeyê ji çûnûhatina nişteciyên navçeyê re dirust dike, lê belê derfetê dide Rûsya û Hikûmeta Sûriyê, ku her dema bixwazin, Kobaniyê ji Hesekê û Qamişlo bibirrin.

Hêzên Amerîkî ku li Rimêlan, Şedadê û zeviyên petrolê yên Bakur Rojhilatê Sûriyê cih girtine, heta radeyekê, destên hêzên Rûsî û Sûrî, li Rojavayê Kurdistanê kin kirine.

Sêrêya navbera M-4, Hesekê û Amûdê jî, di destê Amerîkiyan de ye.

Rûsya dixwaze xala sînorî ya Sêmalka kontrol bike, ji ber ku bi vê yekê, navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser dikevine dorpêça Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê, lê bi hebûna hêzên Amerîkî, rêya navbera Rimêlan û Sêmalka, li ber hêzên Rûsî û Sûrî hatiye qedexekirin. Ev yek jî pêgeha Rêveberiya Xweser û HSDê xurtir dike, lê ne diyar e misogeriya wê heta kîjan radeyê ye.

Pirsa avê jî, yek ji kêşeyên ku li wan navçeyan heye, û bandorê li ser cîgirî û necîgiriya Rêvebeirya Xweser dike, bi taybetî di çar mehên bûrî de, hêzên nêzîkî Tirkiyê, çend caran ava Wêstgeha Elok ji ser Hesekê birrîye, ku hejmara nişteciyên wan navçeyên pêwîstiya wan bi wê avê heye, 450 hezar kes e. Lê tevî navbeynkariya Rûsyayê jî, ev kêşe heta niha berdewam e, ew jî tê wê wateyê, ku av weke guşarekê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê, tê bikaranîn.

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Efrînê, Çileya 2018an, piştre, ji Cotmeya 2019an ve, ku êrîşî navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê kir, Rêveberiya Xweser xwe li beramber rewşeke nearam û necîgir dibîne, ji ber ku Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, di gef û guşarên xwe de berdewam in, bi taybetî derbarê egera encamdana êrîşên nû li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê.
Top