Leşkerê Îraqê dixwaze ji çeperên Pêşmerge nêzîk bibe
Herçende bi berdewamî gundên Kurdan li deverên Kurdistanîyên Dîyala bûyîne armanca girûpên teroristî û hêzên Îraqî jî ti berevanîyekê ji wan nakin. Weka lîwa Mehemed Sîyasî, fermandarê Pêşmerge dibêje, hêzên Îraqî û berpirsên rêvenerîyên Îraqê xirabtir ji Daişê reftarê li gel Kurd dikin.
Herçende supayê Îraqê û Heşda Şeibî berdewam dixwazin ji Herêma Kurdistanê nêzîk bibin û baregehên serbazî danin bi bîyanû ya paraztina deverê ji Daişê, lê ev di demekê de ye, bi berdewamî bi dûrîya dehan kîlometran ji Herêma Kurdistanê di nav cergê hikumeta Îraqê de Daiş kiryarên teroristî encam dide û hêzên Îraqî jî neşyane evan kiryarên teroristî ji nav bibe.
K24
