Aşkera bû daxwaz ji Haşimî hatiye kirin bireve Hewlêrê
Li gor ajansa Associated Press di raportekî de belav kiriye, Hîşam Haşimî çend heftiyek berî kuştina xwe, ji heval û kesûkarên xwe re gotiye tirsa wî heye milîsên Heşdî Şeibî ku Îran piştevaniya wan dike wî bikujin.
Herwaha Associated Press ragehand, hevalên Hîşam Haşimî daxwaz jê kirine ji ber wan metirsiyan êdî li Bexda nemîne û berê xwe bide Hewlêrê û li wê derê jiyana xwe berdewam bike.
Duh 06.07.2020ê hejmarek çekdaran bi du motosîkletan li pêş mala wî ya li taxa Zeyîwne ya Bexdayê gule li Hîşam Haşimî yê pispor û lêkolînvanê ewlehiyê berdan û ew kuştin.
Li gor nûçeya kanala El Hurre bi zimanê rojnamevanekî ku hevalê Hîşam Haşimî bû belav kir, Haşimî berî du hefteyan ji wî rojnamevanî re ragehandiye ku berpirsekî ewlehiyê yê milîsên Hizbullah a Iraqê Ebu Elî Eskerî gef li wî xwarine û jê re gotiye ‘’Ez dê li mala te te bikujim’’
Basnews
