• Tuesday, 21 April 2026
logo

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya pîrozkirina Newrozê li Diyarbekirê hat xwendin

Gulan Media March 22, 2026 Nûçe
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya pîrozkirina Newrozê li Diyarbekirê hat xwendin

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li nav ahengê Newrozê ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat xwendin, ku tê de cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî bi germî û ji dil li hemî gelê Kurd pîroz dike û hêvîdar dike ku ev cejn ji bo hemiyan bibe sedema xêr û aramiyê.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Xûşk û birayên hêja, amadebûyîyên birûmet,

Ez cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî bi germî û ji dil li hemî gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikm, ku îro li vê derê li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.

Newroz ji bo me cejneke taybet e, sembola vejîn û îradeya jiyanê ye, herwesa nîşandana hêviyên miletekî ye ku her tim têhniyê azadiyê û pêkvejiyanê bûye. Ez hêvîdar im ev cejn ji bo hemiyan bibe sedema xêr û aramiyê.

Amadebûyîyên qedirgiran, ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekê salane yê ciwan bi serê xwe cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdû.

Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştevaniya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê karekê dîrokî ye û ji bo berjwendiya her du gelên Tirk û Kurd û tevahiya herêmê ye. Aştî rêya yekane ye ku paşerojeka geş ji bo nifşên me misoger dike.

Gelê hêja, em pir ji kevn de cîran û hevqeder in. Çarenivîs û berjwendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê, em dikarin bi ser astengiyên bikevin û jiyaneka birûmet ji bo her kesî ava bikin.

Li vê derê, ez spasî û destxweşiyan ji bo hemî wan gavan dubare dikim ku heta niha ji bo biserxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van bizavan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê dîsan hevkariya xwe ji bo biserxistina aştiyê nîşan didin û em li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne.

Werin em hemî pêkve kar bikin, ji bo ku di van rojan de ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar de derbaz dibe aştî bibe rastiyeka herêmî û hertimî. 

Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21ê Adara 2026ê

 

K24

Top