Nêçîrvan Barzanî: Kuştina Hîşam Haşimî bi tundî şermezar dikim
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 07.07.2020ê li ser tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Bi tundî kuştina lêkolînvan û pisporê ewlehiyê yê Iraqê Hîşam El Haşimî şermezar dikim, ku duh di êrîşeke bi plan de li Bexdayê hate kuştin. Serxweşiyê li malbat û hevjîna wî dikim û şirîkê xemên wan im. Herwaha divê aliyên peyvendîdar jî terorîstan bibînin û wan derbixin pêş dadgehê.’’
