Grûpeke çekdar êrişî xaleke şervanên HSDê kir
Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmareke çekdarên nenas êrişî xaleke pişkinînê ya HSDê kirin li ser rêya di navbera Pira Meyadîn û gundê Hiwayic li gundewarê Dêre Zorê.
Li gor heman çavkaniyan di wê êrişê de 2 şervanên HSD canê xwe ji dest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne. Heta niha HSD ti zanyarî li ser vê nûçeyê belav nekiriye.
Li aliyê din topxaneyên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve şeva derbasbûyî, gundên Hoşan, Xalidiyê û Ebû Sirre li gundewarê nahiyeya Eyn Îsa topbaran kirin.
Herdu gundên Hoşan û Xalidiyê 4 kîlometre dûrî Nahiyeya Eyn Îsa dikeve. Li gor zanyariyan, heya derengî şevê jî, topbaran berdewam bû.
Ji aliyekî din ve gundên Huriye û Kur Hesen li rojavayê Girê Spî jî hatin topbarankirin lê heya niha ti zanyarî derbarê van topbarana van gundan nehatiye zanîn.
K24
