• Tuesday, 21 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî di merasîma hilkirina agirê Newrozê de: Em ber bi asoyeke ronîtir ve gav davêjin

Gulan Media March 21, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî di merasîma hilkirina agirê Newrozê de: Em ber bi asoyeke ronîtir ve gav davêjin

Mesrûr Barzanî di gotarekê de, pîrozbahiya cejna Remezan û Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.

Îro êvarê 20.03.2026, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, merasîma hilkirina agirê cejna Newrozê li ser Qela Hewlêrê birê ve çû.

Serokê Hikûmetê di gotarekê de pîrozbahiya cejna Remezan û Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û got: "Em cejna Remezan û Newrozê li rêber û serokê me yê mezin cenabê Serok Barzanî û Pêşmerge û malbatên serbilind ên Şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê dikin û cejna we pîroz be.”

Mesrûr Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de amaje bi wê da ku "Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de li hember zulim û zordariyê rawestîne û ti çaxan xwe netewandine û niha jî hêviya me wihaye ku di bin sîbera rêbertiya Serok Barzanî, gelê serbilind ê Kurdistanê, dê her ser bikeve û li hember hemû zordariyê raweste.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî herwaha got: "Em hêvî dikin ku asoyê gelê me di bin serokatiya Serok Barzanî de û bi hêz û çekên Pêşmergeyên qehreman û berxwedana gelê me ronîtir bibe."

 

Di dawî de Serokê Hikûmetê spasiya berxwedana gelê Kurdistanê kir û got: "Em pir pir spasiya berxwedana xelkê Kurdistanê dikin bi taybetî di vê demê de ku em dibînin şer û alozî li navçeyê de heye, em bi hemû hêza xwe hewil didin ji bo ku Kurdistanê ji hemû şer û aloziyekî biparêzin û dûr bigrin, ez piştrastim jî em bi piştevaniya xwedayê mezin ber bi asoyeke ronîtir ve pêngav davêjin.”

Top