• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîkayê daxwaza bilez destpêkirina danûstandinên ENKS û PYDê kir

Amerîkayê daxwaza bilez destpêkirina danûstandinên ENKS û PYDê kir
Nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ligel serkirdeyên Partiya Yekîtiya Azad a Kurdistanî civiyan.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Azad a Kurdistanî, Ebduselam Xelef Biro derbarê civîa li gel şanda Amerîkayê de ji Rûdawê re ragihand, civîn derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û amadekariyên qonaxa duyem a danûstandinan de bû.

Ebduselam Xelef Biro got, “di civînê de, nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kirin, ku divê qonaxa duyem a danûstandinên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) zû destpê bike.”

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Azad a Kurdistanî herwiha da xuyakirin, ku şanda amerîkî razîbûna xwe li ser rêkeftina navbera ENKSê û PYNKê nîşan dan û tekezî li ser “bilez destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinan” kirin.

Ebduselam Xelef Biro diyar kir, ku aliyê Amerîkî heta li ser lêvegera siyasî ya ku biryar e piştî danûstandinan û li ser bingeha Rêkeftina Duhokê bê avakirin, û navê wê lêvegerê rwestiyan û tekezî li ser beşdariya hemû aliyan di wê lêvegerê de kir.

Bi gotina Biro, di civînê de wan behsa gef û metirsiyên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî kirin.

Biro herwiha da zanîn, ku wan nerazîbûna derbarê birina zarokan bo leşkeriyê, leşkeriya bi zorê û pirsa perwerdeyê gihandin aliyê Amerîkî û tekez kir, heta niha jî gelek pirs astengiyan li pêşiya yekrêziya aliyan derdixe.

Partiya Yekîtiya Azad a Kurdistanî yek ji partiyên beşdar di Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENkS) de ye.

Ew demek e bi piştgiriya Amerîka, Fransa û Herêma Kurdistanê û li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, danûstandin di navbera ENKS û PYDê de dest pê kirine û weke ku herdu aliyan ragihandine, qonaxa yekem a danûstandinan bi awayekê serkevtî û bi lihevkirineke siyasî bi dawî bûye.

Di 16ê meha bihorî de, ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî li ser pirsên siyasî li hev kirin û daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyekê de herdu aliyan amaje bi wê yekê kiribûn, ku wan li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 li hev kirine.

Sala 2014 ji 14ê Novemberê heta 22ê heman mehê, zincîrecivînek bi serpireştiya Serok Mesûd Barzanî di navbera herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û TEV-DEM de hatin lidarxistin û di encamê de herdu alî gihîştin rêkeftinekê ku bi Rêkeftina Duhokê hat naskirin.

ENKS û PYNKê herwiha dabûne xuyakirin, ku ew rêkeftineke giring û dîrokî ye û diyar kiribûn, ku di demeke nêzîk de dê qonaxa duyem a danûstandinan dest pê bikin.

Di qonaxa bihê de, herdu alî dê li ser pirsên, leşkerî, rêveberî û aborî gotûbêjan bikin.

Li aliyekê din, Endama Desteya Hevserokayetiya PYDê Foza Yûsif duh di dema beşdarbûn di panela Navenda Lêkolînan a Rûdawê de tekezî li ser pêwîstiya zû destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinan kir û ragihand ku “mijara yekîtiya Kurdan, mijara hebûn û nebûnê ye, em weke doza Kurd di pêvajoyeke serkeftin û binkeftinê de ne, mafê me û misogeriya mafê me, pêşeroja me bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.”

Foza Yûsif tekez kir, ku amadekarî ji bo qonaxa dûyem a danûstandinan têne kirin.

Sekretera Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Fesla Yûsif jî bi gotina “rast e qonaxa duyem a danûstandinan paş ketiye”, destnîşan kir: “Di van zûyan de qonaxa duyem destpê dike û emê gelê xwe dilxweş bikin. Me pêngava yekem avêtiye û wê yekê jî xelkê me keyfxweş kir. Em dikarin yekîtiya xwe ber bi pêş ve bibin ş wê destkeftê ji dest nedin.”

K24
Top